Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bikaranîna cilûbergên Pêşmerege ji aliyê Pasdar û çekdarên rêjîmê ve

14:02 - 1 Tebax 2026

Li gorî agahiyan, di çend rojên borî de komek ji caş û kirêgirtiyên rejîmê li nava baxên gundên Sergêz, Qereseqel, Serderê û Dinxe yên li derdora Nelosa bajarê Şnio yê, bi cilûbergên pêşmergeyan xwe bi cih kirine.

Li gorî agahiya çend çavkaniyan, armanc ji vê yekê, xapandina hestên xelkê û xistina nav torê ya xelkê welatparêz ê wan navçeyan e.

Beriya vê jî li bajarên Pawe, Ciwanro, Selas, Merîwan, Bokan, Bane û Serdeştê Rejîma Komara Îslamî û Spaha Pasdaran hewldanên bi vî rengî ji bo xistina nav torê ya xelkê welatparêz û hizbdost kiribûn.

Pêşmerge di nav xelkê Kurdistanê de hejêkirî ye û xwedî cî û pênaseyek bilind e, û dijminên Kurdistanê bi bikar anîna xirab a wî navê xoştevî û ji rêya li xwe kirina cilûbergên pêşmergeyan dixwazin ciyê xwe di nav dilê xelkê Kurdistanê de vekin.

Hewce ye xelkê wan navçeyan hişyar bin û van xwefiroşan nas bikin û nekevin nav tor û dafka Sipahê Pasdaran û bi cilên Kurdî û Xakî ku caş û xwefiroşan li xwe kirine, xelkê Kurdistanê neyêne xapandin.