Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parlemana Turkiye yasayaa efûya endamên "PKK" ê pejirand

09:31 - 12 Tebax 2026

Parlemana Turkiyeyê rê ji bo hilweşandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) xweş kir, partiyeke ku çalakiya wê li Turkiyeyê qedexe ye û qirare ku bi vê yasayê, rêya tevlîbûna nû ya şervanên wê yên berê di nava civakê de bê xweşkirin.

Parlemana Turkiyê ev yasa bi 468 dengên ji koma 600 dengî pejirand.

Partiya desthilatdar "Partiya Edalet û Geşepêdanê" bi serokatiya Recep Teyyîp Erdoxan, û hevalbendê wê yê neteweperest (MHP), û DEM Partî" ku partiyeke nêzîkî PKKê, piştgirî dan vê projeyê.

Ev qanûna ku ji 12 maddeyan pêk tê, rawestandina hin cezayên girtîgehê yên endamên PKKê pêşniyar dike. Lêkolîn û darizandinên dadwerî yên ku berdewam dikin jî dikarin, li gorî giraniya kiryarên ku ji kesan re hatine istinadkirin, ji bo pênc an deh salan bên rawestandin.

Armanca vê gavê, hêsankirina vegera hezaran şervanên PKK ê bo welat û tevlîbûna wan a nû di nava civakê de ye.

Qirar e ku bêçekkirin û radestbûna vê partiyê di bin çavdêriya hevdem a komîsyoneke dewletê û saziya (MÎT)ê de bê encamdan.

Ev gav heta niha di pêvajoya aştiyê de diyarîtirîn gav e ji aliyê saziyên dewleta Turkiyeyê ve ji bo bidawîanîna pevçûneke çend dehsaltiyan bi PKK ê re.

Ebdula Ocelan, rêberê girtî yê PKKê, di Şibata 2025an de ji endamên partiya xwe xwest ku çekên xwe deynin. Li ser vê yekê, PKKê di meha gulanê de ragihand ku ew dawî li têkoşîna xwe ya çekdarî tîne û hilweşîna xwe li ber çavê kamêrayên dezgehên mediayê ragîhand.