Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

YZAKI Tundrewî û tevdaniya li Kurdistanê Şermezar dike

10:05 - 12 Tebax 2026

Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê a Îranê (YZAKI), bi daxuyaniyekî fermî axaftin û helwestên tundrew yên Ramin Salehzede yê li bajarê Baneyê bi tundî şermezar kirin. YIZAKA’yê diyar kir ku ev cûre gotinên tijî dijminatî ji ruhê îslamê û çanda Kurdistanê dûr in.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Kurdistan axa yek olî nine, bi sedsalan e misilmanên sunî û şîe, êzidî, yarsanî, mehsîhî, cihû û bawermendên din ligel hev bi aşitî jiyan e. YZAKI’yê hişyarî da ku divê mizgeft û minber nebin cihê belavkirina rik, kîn û hestên dijminatiyê li dijî baweriyên cûda.

Hat gotin ku îslam li Kurdistanê de û di nava xelkê Kurdistanê, li ser bingeha pîvanên pênaseya exlaqî û aşitiyê hatiye avakirin û weke parek ji çand û kultura xelkê bi hemî cudahiyên bawerî ve, cih girtiye. Ev berhema dîrokî divê li dijî helwestên ku dixwazin civakê parçe bikin bibe xeta sor. YZAKI’yê bang li hemû xelkê Kurdistanê û zanayên olî kir ku li hember heçî kes û gotinên tundrew hişyar bin, û cehdê bikin ku yekrêzî û pêkvejiyana li Kurdistanê bi hemî cudahiyên xwe ve bûye hêz û îradeya Kurdistanê, lewra dive hewl bo parastina vê yêkrêziyê de, li hember tevdançî û tundrewan de bisekinin.