Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizbullah bi sedema cezayên Amerîkayê rastî krîza aborî bûye

10:49 - 12 Tebax 2026

Hizbullaha Lubnanê piştî zêdebûna cezayên Amerîkayê, sînordarkirina çalakiyên bankî û zirarên şerê Îsraîlê, ketiye nava krîzeke aborî ya giran; krîzek ku çalakiyên leşkerî û torên xizmetguzariyên civakî yên vê girûpê xiste bin givaşên giran.

Li gorî raporta “The New York Times” Amerîka û Îsraîl hewldanên xwe ji bo qutkirina çavkaniyên darayî yên Hizbullahê xurttir kirine û givaş li ser hikûmeta Lubnanê ji bo çekkirina vê girûpê zêde kirine.

tevî kêmbûna çavkaniyên darayî, Hizbullah beşeke mezin a budceya xwe ji bo karên leşkerî terxan kiriye û hewl dide şiyanên leşkerî yên ku di êrîşên Îsraîlê de zirar dîtine, nû bike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê berî destpêkirina şerên vê dawiyê, alîkariya darayî ya Komara Îslamî ya Îranê bo Hizbullahê salane nêzî 700 milyon dolar texmîn kiribû.

Piştî êrîşa Amerîka û Îsraîl bo ser rêjîma Îranê û qutkirina destê rêjîmê ji gîgandina alîkariyan bo girûpên terorîstî li navçeyê de, rewşa abûriya Hizbulahê jî xirap û xiraptir dibe.

Herwisa, Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê di meha borî de 5 navend û 16 kes bi sedema hebûna  peywendiya wan bi tora darayî ya Hizbullahê cezadar kirin.