Piştî Heft sal koçberbûna Kurdên Serêkaniyê, li Rojavayê Kurdistanê û nebûna ewlehî û êrîş bo ser wan penaberan ku hewl didin vegerin, baweriya wan bi vegerê bi awayekî berçav lawaz kiriye .
Piştî heft salan, karwana yekem a penaberên Serêkaniyê di dema vegera wan bo bajarê xwe, çekdarên Erebên havirde êrîş kirine ser wan û hin ji koçberan birîndar kirin û herwisa êrîşkeran dest danîne ser hin mal û milkên Kurdên li vê herêmê.
Ji sala 2019an ve, nêzîkî 14 hezar malbat, zêdetirî 85 hezar kes koçber bûne. Niha zêdetirî 400 penaber li Kempa Gewîlan dijîn û nêzîkî 60 malbat li wir akincîne.
Newaf Reşîd, Endamê Deftera Siyasî ya Partiya Yekîtiya Kurdistanê ya Sûriyê, ragihandiye ku hikûmeta Sûriyê berpirsiyarê vê êrîşê ye, ji ber ku diba berî vegera penaberan malên wan bên radestkirin û hêzên ewlehiyê bi wan re biçin nava Serêkaniyê. Wî herwisa hişyarî daye ku nebûna ewlehiyê metirsiyeke micid li ser vegerê çêkiriye û gumanên planekê li pişt van êrîşan heye.
Îmad Osman, Rêvebirê Kempa Gewîlanê, gotiye ku piştî guherînên desthilatê li Sûriyê tenê 20 malbatên Kurd vegeriyane Rojavayê Kurdistanê, lê piştî aloziyên vê salê, ji nav zêdetirî 400 penaberên Serêkaniyê, tenê yek malbat vegeriyaye.
Ji aliyek din penaber dibêjin êrîşên bo ser kesên vegeriyaye tirs di nav wan de zêde kiriye û hin ji wan jî careke din ji Serêkaniyê derketine.
Ev bûyer pêvajoya vegera penaberên Kurd yên Serêkaniyê sekinandiye û bûne sedema pêlên nerazîbûn û xwepêşandanan li bajarên Rojavayê Kurdistanê.