Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nearamiya deryayî û êrîşa bi ser gemiyan li kendavê berdewam e

11:25 - 12 Tebax 2026

Hûsiyên Yemenê li 2 êrîşan de gemiyeke ticarî ku hilgirê madên xwarinê bûye li nêzî tengava Babûlmendeb de kirine armanc ku li vê êrîşê de 6 kes hatine kuştin û 10 kesên din jî birîndar bûne.

Pêka vê raporê, li êrîşa yekem de 4 personelên gemiya “Tehame” hatine kuştin û li êrîşa 2yê de jî 2 ji personelê girûpa bihawarçon û rizgarkirinê hatine kuştin.

Pêka rapora Pasewanê Qiraxaviya Yemenê, personelên vê gemiyê yên hatinî kuştinê, 3 pakistanî û yek jî xelkê Endonêziyê bûye û Hûsiyên Yemenê li êrîşa 2yê de tîma bihawarçonê jî kiriye armanc ku bilî kuştina 2 kes ji vê tîmê, çend kesek jî birîndar kirine.

Hûsiyên Yemenê bi alîkariya malî, cebilxane û zanyariyên rêjîma Îranê rewşa ewlehiya deryayî ya tengava Babulmendeb û deryaya Sor aloz dike.

Hev dem li derheq aloziyên deryavaniêy de CENTCOMê ragihand ku li roja derbasbûyî de gemiyeke hilgirê kantîneran ku dixwest bê derfeta Amerîkayê bo aliyê qiraxavên Îranê ve biçe, sekinadine û pêka vê raporê, vê gemiyê guh nedaye hûşdarîdanên Artêşa Amerîkayê û Artêşa Amerîkayê motora vê gemiyê ji kar xistine ku vê bisekinînin.

CENTCOMê tekez kir ku êdî ev gemî nikare bo aliyê qiraxavên Îranê ve here û dorpêçê binpê bike.

Dorpêça deryayî bo ser rêjîma Îranê berdewam e.