Mecîdriza Herîrî, serokê odeya bazirganiya Îran û Çînê huşdarî da ku dorpêça deryayî bo ser rêjîma Îranê xerceke gelek zêde xistiye ser aboriya Îranê û veguhastina bar ji Çînê bo Îranê zêdetir ji 18 milyard Dolar, xercê ticareta Îranê zêdetir kiriye.
Navbirî ragihand ku hawirdekirina her kantînêrek ji Çînê bi rêya deryayî 3 hezar Dolar û bi rêya bejayî 12 hezar Dolar xerc heye û salane bi rêya deryayî derdora 2 milyon Kantîner bo Îranê dihate hawirde kirin.
Vê pêkê her kantînêrek 9 hezar Dolar girantir ji berê bo Îranê tê hawirdekirin û bi berçavgirtina hawridekirina 2 Milyon Kantîner li salê, 10an milyard Dolar xerc zêdetir dibe.
Navbirî daxwaz ji berpirsên rêjîmê kir ku bi her awayekê be, bi lahiyan an gefxwarinan û danûstandinan û heta destpêkirina şerek dubare, vê dorpêçê hilveşînin û huşdarî da ku xercê ticaretê bo Îranê gelek zêde bûye û sîstema aboriya Îranê rizî bûye.