Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 3 startejî li hember rêjîma Îranê hene

14:40 - 12 Tebax 2026

Donald Tiramp, ragihand ku li hember rêîjîma Îranê 3 startejî li ber dest hene û niha pêdegirî bo ser dorpêça deyayî û givaşa aborî dike.

Tiramp li derheq wan 3 stratejiyan de ragihand: “ Em dikarin li rewşa niha de wan rabigrin û ev dê tûşî şikestê bibin em dikarin pêvajoya niha berdewam bikin bi awayekî hêsan bi pêş ve herin, stratejiya 2ê lêdana derba gelek giran bi rêjîmê ye û startejiya 3ê şikestdana wan li warê aborî ye û her niha bo ser paşmaweyên rêjîmê de bi rê ve diçe.

Tiramp daye zanîn ku Dirafê Îranê nirxa xwe ji dest daye, ev heta nikarin hiqûqê serbazên xwe jî bidin û bi vê sedemê dest ji rêjîmê hildigrin, hekî ev rewşa berdewam be , rêjîm nikare bimîne.

Tiramp da zanîn ku danûstankarên rêjîmê gelek fêlbaz in, ev li danûstandinan de tiştekê erê dikin û li ragihandinên xwe de vê yekê red dikin.