Mike Pompeo, Wezîrê derve yê berê yê Amerîkayê, di hevpeyvînekê digel “Fox News” got ku daxwazên Komara Îslamî nîşan didin ku Tehran hîn jî ji qebûlkirina lihevkirinek aştiyane û demdirêj digel Waşingtonê dûr e.
Li gorî gotina “Pompeo” Komara Îslamî dixwaze berî hilbijartinên Amerîkayê astengiyan li pêşiya pêvajoya danûstandinan çêbike.
“Pompeo” got Îran hêşta amade nîne nermiyê nîşan bide ne ji ber vê yekê ku danûstankarên baş nînin, belku ji ber vê yekê ku ti bawerek bi rêketinê nîne.
Navbirî herwisa got Tehran dizane ku helbijartin di Amerîkayê de heye û dixwazin “Donald Tiramp” di hilbijartinan de şiketê bixwe , çimkî tenê Tiramp kariye Spaha wan heta vê astê lawaz bike.
“Pompeo” di dawiyê de daxwaza domandina cezayên aborî kir û got armanca wan givaş xistine ser xelkê Îranê nîne, belkî givaş xistine ser desthilatdarên Tehranê ye.