Balyozxane û kardarên Amerîkayê li Iraq, Misir, Oman, Erebistana Siûdî, Behreyn, Qeter, Kuweyt, Imarat, Libnan û Îsraîlê jî roja şemiyê, 1ê Tebaxê, daxuyaniyên mîna hev belav kirine.
Di van hişyarîyan de ji welatiyên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn hatîye xwestin ku bi ber çavgirtina evê ku êhtimala aloziyan zêdetir dibe, lewma divê ji bo betalkirina geştên esmanî, daxistina hêla esmanî û astengiyên di rêwîtiyê de amade bin û hindî bikarin zûtir ji herêmê derkevin. Ji Amerîkîyên li derveyî Rojhilata Navîn re jî hatîye pêşniyarkirin ku di rêwîtiya xwe ya bo herêmê an jî derbasbûna ji nav wê de xwe biparêzin.
Balyozxaneyên Amerîkayê hişyarî dane ku Komara Îslamî û grûpên alîgirên wê dibe ku baregeh, navendên dîplomatîk, şîrket û cihên din ên bi Amerîkayê ve girêdayî li welatên cûda de bikin armanc. Waşîngtonê herwisa bal kişandiye ser êrîşên dawî yên li ser armancên li herêmê, di nav de Misir, û ji welatiyên xwe xwestiye ku ji navendên leşkerî, kombûn û cihên ku xwedî tedbîrên tund ên ewlehiyê ne, dûr bisekinin.