Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li destpêka sala 2026 an ve 916 girtî li Îranê de hatine sêdaredanê

09:23 - 13 Tebax 2026

Binyada Ebdulrehman Birûmend ku di warê qurbaniyên tundûtûjiya rêjîma Îranê de kar dike, bi weşandina raporokê ragihand ku ji destpêka sala 2026an heta niha, herî kêm 916 kes li Îranê hatine sêdaredan.

Li gorî vê raporê, ji vê hejmarê, 15 cezayên sêdaredanê tenê di nav 12 rojên borî de hatine cîbicîkirin.

Vê raporê herwisa hişyarî daye ku niha hejmareke zor a xwenîşanderên girtî li Îranê bi tohmetên giran û metirsiya micid ya sêdaredanê re rûbirû ne.

Rêxistina Mafên Mirov an ku Îran Human Rights (IHR), ku li Norwêjê ye, di raporokê de ragihandiye ku di heft mehên yekem ên sala 2026an de, sêdaredana herî kêm 444 kesan tomar kiriye ku di nav wan de 12 jin, 17 hemwelatiyên biyanî û 80 kes ji neteweyên xeynî fars, wek Kurd û Belûç û yên dine bûne.

Komîteya Şopandina Rewşa Girtiyan li Îranê jî di rojên borî de bi zêdebûna sêdaredanê yên girtiyên têkildarî xwenîşandanên li welat, navên 60 kesên ku di girtîgehên Komara Îslamî de di bin cezayê sêdarêdanê de ne, belav kir.

Vê komîteyê di raporokê de herwisa li ser çarenivîsa nenas a bi dehan dosyeyên din ên bi tohmetên wekî "muharebe", "efsada fîl-erd" û tohmetên din, nîgeraniya xwe anî ziman.