Çavkaniyên dewletê yên Pakistanê ragihandin ku Amerîka û rejîma Îranê ji bo dirêjkirina agirbesta ku li ser bingeha «Peymana Îslamabadê» hatiye kirin, û di 17ê Tebaxê de bi dawî dibe, gihîştine rêkeftinê ku wê demê dirêj bikin.
Çavkaniyeke nêzîkî pêvajoya navbeynkariyê anku Pakistanê aşkera kir ku Tehran û Waşîngtonê erêkirina xwe ya ji bo dirêjkirina agirbestê ji navbeynkaran re ragihandine. Lê belê, hîn nediyar e ku ew agirbest piştî 17ê Tebaxê ji bo çi demekê bê dirêjkirin û danûstandinên di vê derheqê de berdewam dikin.
Amerîka û Îranê piştî şerê ku bi êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kiribû, di 17ê Hezîranê de «Peymana Îslamabadê» wajo kirin. Li gorî vê peymanê, heyameke 60 rojî ji bo danûstandinên bi armanca gihîştina rêkeftineke dawî hatibû diyarkirin.
Ev raport di demkê de tê weşandin ku Elî Ekber Cavîdan, fermandeyê sinûrparêziya rejîma Îranê, raportên di derbarê îhtîmala êrîşa erdî ya Amerîkayê li ser Îranê de wekî «xeyalperestî» bi nav kirine. Wî îdîa kir ku hêzên sinûrparêz ji bo rûbirûbûna her êrîşeke îhtîmalî di amadebaşiya temam de ne.