Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

32 welatan bidarvekirina neraziyan li Îranê şermezar kirin

10:15 - 13 Tebax 2026

32 welatan, di nav de ên wek Firanse, Birîtaniya û Kanadayê bi belavkirina daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku rêjîma Îranê, bidarvekirina neraziyan wek alavek bo fetisandina dengê neraziyan bi kar tîne.

Wan welatan digel Kaya Kalas a berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê, rêjîma Îranê li bidarvekirina neraziyan û bikaranîna sizaya bidarvekirinê bi tundî şermezar kirine û li vê derheqê de daxuyaniyekî hevpar belav kirin.

Li vê daxuyaniyê de hatiye: “rêjîma Îranê ti hêcetek bo bikaranîna sizaya bidarvekirina dijberan û çêkirina rewşa tirs û xofê li civakê û sizakirina mirovan ku mafê xwe yên mirovî bi kar tînin, nîne”.

Welatên wajoker ên vê daxuyaniya hevpar tekez kirine ku dibe xelkê Îranê bikarin bê tirs ji tepeserkirinê, mafê bikaranîna azadiya gotin û kombûnên hêminane hebin.

Li vê daxuyaniyê de daxwaz ji paşmaweyên rêjîmê hatiye kirin ku bi lezgînî sizaya bidarvekirinê bisekinînin û tevaviya kesên ku xweserane binçav kirine, serbest bikin.