Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pastarekî terrorist ê rêjîmê gefa kuştinê li dijberan Xwar

11:17 - 13 Tebax 2026

Pastarê terorîst Salar Wilayetmedar ku endamê Komîsyona Ewlehî û Siyaseta Derve ya meclisa rêjîmê ye û fermandeyê berê yê Spaha Pasdaran, di bernameyeke zindî ya televîzyona fermî ya rêjîmê de gefeke rasterast li xelkê Îranê xwar. Wî terorîstî got ku ji bo her welatiyekî Îranî ku ligel siyaseta rejîmê dijayetî nebe, «fermana guleyê» (hukmê tîr) hatiye derxistin.

Ev fermandeyê berê yê pasdaran got ku ev biryar di nav van mercên hestiyar de tê wergirtin û her kesê li nav axa Îranê de li dijî dewletê biaxive an dengê xwe li hember sîstemê bilind bike, ew ê wekî piştevanê dijmin û Îsraîlê bê dîtin. Wî îdîa kir ku kesên wiha wekî parçeyek ji Tel Avîv û Binyamîn Netanyahû tên hesibandin û divê yekser bêne kuştin.

Ev axaftinên tije gef di demkê de têne kirin ku Îran rastî pêlek mezin a nerazîbûna xelkê hatiye. Pispor diyar dikin ku bikaranîna zimê wiha tûj û bi gef encama tirs û hewldana rejîmê ye ji bo tepeserkirin û çavtirsandina xelkê xwenîşander.