Serokwezîr û fermandeyê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê, di serdaneke şevane de ji bo navenda operasyonan a fermandehiya bergiriya esmanî ya wî welatî, fermana bihêzkirina pergalên berevaniya Iraqê ji bo rûbirûbûna geşedanên esmanî da.
Elî El-Zeydî ragihand ku em ê rê nadin qada me ya esmanî ji aliyê ti welat û aliyekê ve bê binpêkirin an ewlehiya wê rastî destdirêjiyê bibe.
Wî herwisa tekez kir ku Îraq rê nade ku ax an qada wê ya esmanî bibe cihê her cûre destdirêjiyekê li dijî welatên cîran.
Di vê barê de, nivîsîngeha serokwezîrê Îraqê ragihand ku serdana şevane ya Elî El-Zeydî ji navenda operasyonan a fermandetiya bergiriya esmanî ya wî welatî, di çarçoveya cîbicîkirina peymana Iraq û Amerîkayê de ji bo dawîanîna li erka hêzên hevpeymaniya navdewletî û temamkirina derketina wan a temam ji Iraqê di 30ê Îlona bê de çêbû.
Bi destpêkirina aloziyên leşkerî li herêmê, Komara Îslamî dehan caran baregehên Partiyên Kurdistanî li nav axa Herêma Kurdistan û Iraqê kirine armanca êrîşên mûşekî û dironî.
Lî aliyekî din ve, çekdarên girêdayî Komara Îslamî, gef li dijî saziyên leşkerî û sivîl ên Erebistana Siûdî xwarine.
Li çend rojên derbasbûyî de artêşa Îraqê dest bi ser sedan mûşek û diron û kogehên cebirxaneyên girûpên çekdar ên girêdayî bi rêjîma Îranê de girtin û dawî derfet bo çekkirina wan heya meha Îlonê diyarî kiriye.