Berpirsekî parêzgeha Kermanê nûçeya destpêkirina benzînê bi nirxa 87 hezar û 200 tumanan, çarşemê 21ê Tebaxê li 204 Pomp benzînên parêzgehê de ragihand.
Hatiye gotin cîbicîkirina wê «ceribandinî» ye, benzîn li parêzgeha Kirmanê bi van nirxan tê belavkirin: Nirxa yekem: 60 lître bi nirxa her lîtreyekê 1500 tumen, Nirxa duyem: 50 lître bi nirxa her lîtreyekê 3000 tûman, Nirxa sêyem: 40 lître bi nirxa her lîtreyekê 5000 tûman, Nirxa çarem: her lîtreyek 87200 tûman.
Ev nûçe piştî wê hat ragihandin ku hejmareke bikarhênerên torên civakî behsa kêmbûna benzînê li hinek pomp benzînan ji wan li Tehranê kiribûn.
Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê, heyamekê berya niha gotibû ku pîşesaziya nefta Îranê li ber hilweşînê ye û ji ber dorpêça deryayî ya li ser benderan û zirara gihîştî palaftingehan, krîz û kêmasiya giran a benzînê dê li Îranê çêbibe.
Mesûd Pizîşkiyan, Serkomarê Îranê, bi pejirandina bandora dorpêça deryayî ya Amerîkayê li ser benderên Îranî, got ku rêya havirdekirina kelûpelan bo Îranê hatiye girtin û çavkaniyên hewce di destê dewletê de nînin ji bo hawardakirina benzînê.
Pizîşkiyan zêde kir: «Em di şert û mercên dorpêçê de ne û em nikarin benzînê hawarda bikin.»
Fatime Muhaceranî, berdevka dewleta Pizîşkiyan, roja sêyê Tebaxê gotibû ku guherîna nirxa dawî a benzînê hetmî ye.