Pêka rapora “Fox News”, berpirsên Amerîkayê tekez kirine ku Artêşa Amerîka dê heta 30 Îlonê, dê hêzên xwe ji Îraqê vekişîne û vê pêkê amadebûna hêzên Amerîka li Îraqê li sala 2003 an piştî herifandina hikûmeta Sedam ve heta niha, bi dawî tê.
Elî El-Zeydî, Serokwezîrê Îraqê li roja derbasbûyî de hevdîtina digel General “Bired Kûpir” ê Fermandeyê CENTCOM, de tekezî bi ser rêkefta dawî û serast a dawîhatina erk û operasiyonên Hêzên Hevpeyaniya cîhanî bi rêberatiya Amerîka bo şikestdana DAÎŞ û tevavbûna derketina wan hêzan jî Îraqê kir û li vê derheqê de daxuyaniyek belav kir.
Serokwezîrê Îraqê ragihand ku roja yekem a heyva “October” destpêkirina rojek nû ya dewleta Îraqê ye û Îraq dê bê amadebûn û hevkariya hêzên serbazî yên biyanî, desthilata netewiya xwe li axa jêr desthilta xwe de bi rê ve bibe û bihêzkirina şiyana ewlehî û serbaziya xwe berdewam bike da ku bikare bi tenê ewlehî û aramiya Îraqê biparêze.