Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê, Arvîn Xeyrxwahan, xortê 20 salî darvekir

15:40 - 1 Tebax 2026

Maşîna îdamê ya Komara Îslamî careke din xortekî nerazî yê bi navê Arvîn Xeyrxwahan, temen 20 salî û xelkê bajarê Şahrûdê û yek ji binçavkiriyên xwepêşandanên meha Befranbara sala 1404an di sipêdeya îro, 10ê Gelawêja 1405an de, li girtîgeha Şahrûdê darvekir.

Dezgeha dadweriyê ya rejîmê navbirî bi tohmeta beşdarîkirin di xwepêşandanan de û bi tohmeta “beşdarbûna di êrîşkirine ser mizgeftekê de” bi cezaya darvekirinê mehkûm kir, herwisa ev cezaye di pêvajoyeke nedadperwerane û nezelal de hatibû sepandin û cîbicîkirin.

Komara Îslamî ku di kontrolkirina kirîzan de bê deselat maye, careke din bi dara îdamê şer li dijî welatiyên nerazî yên di nava Îran û Rojhilatê Kurdistanê de destpêkiriye û di heftiya derbasbûyî heta îro 4 ji binçavkiriyên xwepêşandanên meha Befranbarê darvekiriye.