Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Drenge û zûya wê heye, lê ne şewitandin û ne jî şewitîna wê heye

14:39 - 13 Tebax 2026

N. Kave Ahengerî

W. Hesen Mukerem

 

Rejîma Îranê piştî vajokirina têgihîştinnameyê di navbera xwe û Amerîkayê de, bi êrîşkirina li ser du gemiyên bazirganî têgiheştinname binpê kir û artêşa Amerîkayê bi dehan cih li nav axa Îranê bombebaran kir. Komara Îslamî berdewam kir bi tolhildanê û bi êrîşên li ser welatên cîran û gemiyên din ên bazirganî li Kendavê, rûbirûbûna di navbera Amerîkayê û Komara Îslamî de dijwartir û berfirehtir bû. Di vê gotara kurt de, ez dixwazim senaryoyên ku di rojên pêş de şerê berdewam pê re rû bi rû ne, binirxînim.

Senaryoyên jêrîn ji aliyê gelek komên cuda ve derbarê şerê berdewam de, ji aliyê gelek analîst, çi Îranî û çi ne-Îranî, û di gelek dezgehên medyayê de hatine pêşkêş kirin. Bi raya min, eger em bixwazin ji alîgirî û xapandinên li hember aliyeke taybetî di vê pevçûnê de azad bin, û ne tenê ji ber dijberiya demdirêj an nû ya li hember Rejîma Îranê, her analîzek bêyî berçavgirtina wêneyê an projeya berfirehtir dê şaş bibe.

Ez li ser vê baweriyê me ku projeya "Rojhilata Navîn a Nû" pêdiviya demê ye û ji bo berdewamiya jiyaneke çêtir li cîhanê pêwîst e. Ev proje, ku bi rastî li ser milên polîtîkayan hatiye avakirin, hem piralî ye û hem jî cîhanî ye. Rojhilata Navîn, weke dilê lêdana cîhanê û ciheke ji bo avakirina aştiya cîhanî, xwedî hesasiyeteke mezin e. Bila em ji bîr nekin ku dabeşbûna jeopolîtîk a sed û pêncî salên borî, ku bi şêweyê Hartland û Rimland ê bûye û berdewam dike, li ciheke bi navê Rojhilata Navîn digihîje kupika girîngiya xwe.

Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê ya berê û hilweşandina Peymana Warşo yê, aliyê lîberal-kapîtalîst a cîhanê, bi pêşengiya Amerîkayê, sal bi sal bi pratîkî nêzîkî sînorên Rûsyaya îroyîn bûye.

Bo mînak, nêzîkbûna Ukraynayê ji Rojava re, daxwaza wê ya endametiyê di Yekîtiya Ewropayê de û tevlîbûna di Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur naskirî bi (NATO) de, ku Serkomarê Rûsyayê Putîn ber bi şereke dirêj ve bir, û piştre hilweşîna Beşar Esed û hilweşandina Hikûmeta DAIŞê di vê herêmê de, û karesata 7ê Octoberê, û êrîşa Îsraîlê li ser Hemas û Hizbullahê, û parastina Komara Îslamî ji komên bedel û piştgiriya wê li herêmê û êrîşên li ser welatên ku hevalbendên Amerîkayê ne, şer gihandiye astek herêmî ya tam.

Niha ku ji aliyekê ve ev şer bûye herêmî û welatên cûrbicûr tê de beşdar bûne, û ji aliyê din ve Komara Îslamî niyeta lihevkirinê bi aliyê dijber re tune ye, pirsa di hişê welatiyan de derbarê pêşeroja vî şerî de bêtir derdikeve pêş: dê çi bibe?

Ez li ser vê baweriyê me ku pêşeroja vî şerî divê di çarçoveya projeya Rojhilata Navîn a Nû de ku min li jor behs kir, were lêkolînkirin. Ji ber vê sedemê (herêmî-cîhanî) û ji ber sedemên têkildarî rejîma Îranê û krîzên dijwar ên (navxweyî) yên ku ew pê re rû bi rû maye, îhtîmala ku rejîma heyî ya ku Îranê birêve dibe li ser desthilatdariyê bimîne ne mumkin xuya dike.

Yanî derbasbûn yan nemana Komara Îslamî ne tenê ji bo gelên Îranê, ji bo herêmê û cîhanê jî weke DAIŞ’ê bûye pêwîstiyek. Lê ev veguhertina ku bi rastî projeyek e û dê di piroseya demê de pêk were, çawa û kengê wê were cîbicîkirin, hewce ye ku behsa du xalan were kirin.

Pêşî, pêkanîna projeya derbasbûn ji Komara Îslamî bi salan e ku di rê de ye, û şerê heyî beşek an jî yek ji qonaxên pêkanîna projeya bidawîanîna berdewamiya Komara Îslamî ye. Bi rastî, pêvajoya derbasbûn ji Komara Îslamî berê xwe daye destpêkirin.

Ya duyemîn, em ê kengî hilweşîna rejîma Îranê bibînin? Li gorî nivîskarê vê gotarê, bersiva vê pirsê wiha ye: Heta ku alternatîfek an cîgirek pêbawer di nav dijberên Komara Îslamî (opozîsyon) de dernekeve holê, faktora demê dê roleke micidtir di kalîte û asta projeya derbasbûn de bilîze. Ev jî vedigere girîngiya welateke bi navê Îran.

Îran welateke mezin e ku li dilê Rojhilata Navîn e.

Di 48 salên borî de, Komara Îslamî piştî şoreşa 1357an a Rojî zêdetirî çar dehsalan ji Rojava ber bi Rojhilat ve çûye. Bi gotineke din, rejîma ku Îranê birêve dibe di çend dehsalên borî de welat veguherandiye bindestê Çîn û Rûsyayê, û di vê demê de, van her du welatan di warê aborî, bazirganî û ewlehiyê de veberhênanên mezin li Îranê kirine.

Ji ber vê yekê cure û awayê danûstandinê bi Komara Îslamî re bi cureyê têkiliyê û belkî jî rûbirûbûnê di asta berjewendiyên van her du welatên sereke yên ku piştgiriyê didin Komara Îslamî ve girêdayî ye.

Lê di dawiyê de, pêwîst e behsa rola Donald Trump serkomarê Amerîkayê û pêwendiya aborî ya wî ligel Çîn û şerê Rûsiyê  yê di gel Ukraynayê bê kirin û ku Amerîka bi serperiştiya Trump heta radeyekê kariye bandorê li proseya derbasbûna ji Komara Îslamî bike.

Lê di her rewşê de û di her serdemekê de, bi raya min, ji bo pêşîgirtina li rawestandina pêvajoya derbasbûna ji rejîma desthilatdar li Îranê, şerê navxweyî û bûyerên nexweş, lihevkirinek li ser platformek hevpar a têkoşînê li dijî Komara Îslamî û parastina ewlehî û azadiya welatiyan di piştî Komara Îslamî (serdema veguhêz) de di navbera opozisyonê de dikare bibe faktorek din a bi bandor di pêvajoya têkoşîn û rûbirûbûna bi rejîma Xumeynî re û rizgarkirina Îranî û Îranê ji lepên rejîma sûcdar de.

Bi dîtina min, hebûna berdewam a Komara Îslamî ne tenê ji bo Îran û Îraniyan, lê di heman demê de ji bo herêm û cîhanê jî weke metirsî û faktorek zirardar tê hesibandin, û têkoşîna ji bo hilweşandina Komara Îslamî erk û pêwîstiyek exlaqî û mirovî ye.