Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Rêxistinên Medenî ên Rojhilatê Kurdistanê 81emîn Salvegera Damezrandina PDKÎ Pîroz Kir

09:24 - 15 Tebax 2026

Navenda Rêxistinên Medenî ên Rojhilatê Kurdistanê bi hilkefta 81emîn salvegera damezrandina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê peyamek belav kir. Nê Navendê di peyama xwe de bal kişand ser rola dîrokî ya Hizbê û 25ê Gelawêjê wekî rojeke girîng a xebata azadixwazî ya gelê Kurd bi nav kir.

Di peyamê de hat diyaririn ku damezrandina Hizba Dêmokrat di sala 1945an de li bajarê Mehabadê bi rêberiya Pêşewa Qazî Mihemed, xebata rizgariya neteweyî xiste nava xebateke siyasî û rêxistinkirî û modêrn. Ev bûyer bû bingeha avakirina Komara Kurdistanê ku tê de zimanê Kurdî bû zimanê fermî û saziyên sivîl û neteweyî hatin avakirin.

Navenda Rêkxistinên Medenî di doma daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku tevî şehîdkirina rêberên mîna Qazî Mihemed, Dr. Qasimlû û Dr. Şerefkendî û zehmetiyên mezin, Hizba Dêmokrat her dem sembola berxwedan û berdewamiyê bûye. Heman demê rola girîng a Hizbê di piştgirîkirina mafên jinan, ciwanan û pêşxistina civaka sivîl de hat nirxandin.

Di dawiya peyamê de, Navenda Rêxistinên Medenî salvegera avakirina Hizbê li hemû têkoşeran pîroz kir, rêz li şehîdan girt û tekez kir ku amadehiya civaka Kurdistanê ji bo guherînên siyasî û paşerojeke azad gelekî bihêz e.