Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka dixwaze tengava Hormoz wek milkê Amerîkayê rabigehîne

09:25 - 15 Tebax 2026

Donald Tiramp, Serkomarê Amerîkayê roja Înê 14ê Tebaxê ragihand ku Amerîka li demeke nêz de dê tengava Hormoz wek beşek ji milkê Amerîkayê rabigehîne û gotiye ku em bi wateya rastîn xwediyê vê tengavê ne, em xwediyê tengava Hormoz in.

Donald Tiramp li vê axaftina xwe de ku li Navenda Hînkarî û Zanyariya ya “Dêyvîd S. Mek” li bajarê Nasaoyê ser bi îyaleta New Yorkê, da zanîn, piştî ku karê şikestdana paşmaweyên rêjîma Îranê ku niha bi awayekî gelek xirab û dijwar li rewşa şikestxwarinê de ye, bi dawî hat, em dê bi wan zûkatiyan tengava Hormoz wek beşek ji milkê Amerîkayê rabigehînin.

Herwisa navbirî gotiye me li hember rêjîma Îranê hinek zêdetir ji ya ku me dixwest, Artêş bi kar anî lê givaşxistin bo ser paşmaweyên rêjîmê bo rêgirîkirin ji bidestveanîna çeka navkî, gelek hewce bû.

Serkomarê Amerîkayê got: “Em bi ti awayekê nikarin derfetê bidne paşmaweyên rêjîmê ku çeka navkî bi dest xwe ve bîne”.