Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kanadayê nave 5 berpirsên rêjîma Îranê xiste nava lîstê dorpêçan de

09:31 - 15 Tebax 2026

Dewleta Kanadayê li daxuyaniyekê de ku Anîta Anand a Wezîra Derve ya Kanadayê li tora civakiya “X” de belav kiriye, daye zanîn ku 5 berpirsên payebilind ên rêjîma Îranê bi sedema rola wan li gefa ewlehiya deryayî û nearamîxistin li Rojhilata Navîn û alozîxistin li sîstema hatinûçonê li tengava Hormozê de, xistine nava lîstê dorpêçan de.

Pêka vê daxuyaniyê, Elî Ebdullahî berpirsê stada giştî ya hêzên çekdar ên paşmaweyên rêjîmê, Îbrahîm Zulfeqarî, berdevkê biryargeha xatemûlenbiya, Îbrahîm Ezîzî, berpirsê komîsiyona ewlehiya netewî û siyaseta derve ya meclîsa rêjîmê, Şehram Îranî, fermandeyê hêza deryayî ya artêşa rêjîmê û Hemîd Husêynî, berpirsê heyeta birêveberî û berdevkê sendîkaya hinardekerên berhemên neft, gaz û petrokîmiya rêjîmê, li vî lîstî de tomar kirine.

Anîta Anand li peyama xwe de tekez kir ku tomarkirina navê wan berpirsên rêjîmê bo hevahengî digel hevpeymanên navnetewî û bi armanca piştevanîkirin li hewlên dîplomatîk bo parastina mafê hatinûçona deryayî pêka yasayên navnetewî hatiye kirin.