Kolberê Kurd yê bi navê Mûsa Zîbapûr, xelkê bajarê Pîranşarê û bavê sê zarokan, li deverên sînorî yên bajarê Banê bi teqeya rasterast a hêzên sînorî yên Komara Îslamî ya Îranê hate kuştin.
Li gorî rapora Ajansa Mafê Mirovî ya Kurdpayê, roja Pêncşemî 22ê Gelawêja 1405 an, hêzên sînorî yên rêjîma Îtranê li sînorê Hengêjal a Banê teqe ji komek Kolberan kirin ku di encamê de Mûsa Zîbapûr ku xelkê Pîranşarê bû, û bavê sê zarokan bû, hate kuştin.
Li gorî rapora Kudpayê, ew kolber di demjimêr 4ê piştî nîvro de hatiye kuştin, û termî wî piştî derbasbûna rojekê radestî malbata wî hat kirin.
Mûsa Zîbapûr berê jî, di 23ê Pûşpera 1400 de, di encama teqeya hêzên çekdar yên rejîmê li sînorê «Maşkan» yê ser bi Pîranşarê bi giranî birîndar bibû.