Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kanûna mamosteyên Îranê tepeserî û derxistina mamostayan şermezar kir

09:50 - 15 Tebax 2026

Kanûna pîşeyî a mamostayên Îranê ragehand ku hevdem ligel şerê derekî, desthilatê şerekî yekaliyane dijî civak û hêzên medenî destpêkiriye û li rêya zêdekirina bidarvekirinan, sepandina sizayê giran û çêkirina rewşa tirsê, tepeseriya mamostayan û çalakvanên pîşeyî bi awayekî berçav zêdetir kiriye.

Li daxûyaniyê de hatiye ku li reşemeya sala derbasbûyî ve heya niha, pitir ji 60 mamoste û çalakvanên pîşeyî rûbirûyê gazîkirin, girtin, dûrxistin, derkirin û bêparkirin ji kar bûne.

Wê kanûnê îşare bi sepandina sizayê girtîgeh, dûrxistin û derkirinê bo çendîn çalakvanan kiriye, ji wan Îrec Tobeîha, kewkeb bidaxî, şûkrûlla ehmedî, mecîd kerîmî, xiyas nêimetî, ferûx xusrewî û cewad leil mihemedî ku tevî 23 sal xizmet li karên xwe hatine derxistin.

Herwisa daxûyanî tekezî xiste ser xirapiya rewşa tendirûstiya mamosteyên girtî ji wan Mesûd Ferhîxte, Ebulfezil Xoran û Riza Emanîfer ku ji çavedêriya pizîşkî hatine bêparkirin.

Kanûna mamosteyên Îranê tekezî li ser vê yekê kir ku berevaniyê li bijîv, daxwaza perwerdeya bê beranber û azadiya çalakiyên pîşeyî tawan nîn in, hevdem daxwaza ragirtina destbicî a tepeseriyê, hilweşandina tev sizayên dadwerî û îdarî, serbestkirina bêmerc a mamostayên girtî û bi fermî nasîna mafê kombûna aştiyane kirin.