Li gorî nûçeyên dawî, li piraniya bajaran û bi taybetî li Belûçistanê sefên dirêj ên kamyonan ji bo destkeftina gazoyîl çêbûne. Rêzên kamyonan anku maşînên barhilgir hinek cihan gihîştine nêzîkî 5 kîlometsan û şofêr neçarin bi çendîn demjimêran li bendê bimînin, ku ev yek jî dibe sedema zirarên aborî û zehmetiyên mezin ji bo barkêşiyê.
Di heman demê de, li Îranê basa li ser bilindkirina bihayê benzînê û guherandina sîstema para şewatê bûye cihê nîgeraniya xelkê. Hikûmeta Îranê hewl dide guherînên nû di bihayê benzînê de bîne holê û projeyên ceribandinê li parêzgeha Kermanê dane destpêkirin. Li gorî plana nû, dibe ku benzîna ji ser parê zêdetir bi bihayê gelekî bilindtir were firotin.
Kirîza benzînê li Îranê de wisa kiriye ku li çend rojên derbasbûyî de sefên dûrûdirên li gelek bajaran û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê çêbûn ji bo standina benzînê.
Ji aliyê din, Serkomarê Amerîkayê Donald Tiramp daxuyaniyekê de li ser vê mijarê belav kir û got: bilindbûna bihayê benzînê wekî "mesrefa rêgirtina li ber bidestxistina çekên etomî ji aliyê Îranê ve" bê hesibandin.
Wezîrê Xezanedariya Amerîka jî berê ragîhandibû ku dê li Îranê de kirîza benzîn û şewatê çê be.