Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û hevpeymanên xwe li Rojhilata Navîn hêzek taybet a dronan ava dikin

12:16 - 15 Tebax 2026

Fermandehiya Navendî ya Amerîka (CENTCOM) roja Pêncşemî ragihand ku dest bi damezrandina yekîneya yekem a çendneteweyî û piralî ya dronên êrîşkar kiriye.

Ev yekîne, bi navê hêza taybet a «Falcon Strike», dronên xweteqîn û sîstima bêfirokevan yên esmanî, deryayî û binavê bi kar tîne û hêzên Amerîka û hevpeymanên wê li herêmê dê tê de beşdar dibin.

“CENTCOM” ragihand ku vexwandina fermî ji welatên hevpeyman re şandine da ku bibin beşek ji vê pêkhateya nû ya leşkerî.

Damezrandina «Falcon Strike» 9 meh piştî damezrandina yekîneya «Scorpion Strike» tê.

“CENTCOM” ragihand ku “Scorpion Strike” berê dronên êrîşkar di operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê bi kar aniye û di êrîşên Tîrmeha borî de jî dironên bêfirokevan ji bo biarmancgirtina benderên Îranê bi kar aniye.

Ev gava Waşingtonê ji bihêzkirina şiyana dronî li Rojhilata Navîn di çarçoveya hevkariyên leşkerî yên navneteweyî de ye û armanc bêbandorkirina şiyana leşkerî û dironî a rêjîma Îranê.