Malpera “Polîtîko” raporek ji axaftinên berpirsekî payebilind ê Amerîkayê belav kiriye û daye zanîn, danûstandin li navbera Amerîka û rêjîma Îranê li rewşeke rawestiyayî de ye û heta roja Înê jî ti peyam an daxuyaniyek bo destpêkirina danûstandinan belav nebûye.
Wî berpirsê Amerîkayê gotiye, alozî û dijhevî li desthilata Îranê bo biryardana li ser danûstandinan, rewş aloz kiriye û niha girîng ev e ku gelo rêjîma Îranê amadeyê danûstandinê ye an ne û heta niha ev yeka nekiriye.
Pêka gotina wî berpirsên Amerîkayê, spaha pasdaran a terorîst, axundên li desthilatê û kabîneya rêjîmê li danûstandina de rol hene û lihevkirin digel her yek ji wan, bi wateya lihevkirin digel beşên din ên desthilatê nîne.
Bo lihevkirinê hewcehî bi erêkirina hemû aliyên desthilata rêjîmê heye, ev helwîstên me dizanin, lê me gelek caran em agehdarê helwîstên wan nînin û ev bi berdewamî mercên danûstandinê diguherin.
Ev yeka dide xuya ku dijhevî, cudatî û alozî li qata desthilata paşmaweyên rêjîmê gihîştiye astekê ku nikarin biryareke serast bo danûstandinê bidin.