Wezareta derve a Amerîka li daxwaziyên nû de bo dîwana bilind a welatê xwe, gefa mûşekiya meha derbasbûyî a Îranê bo ser firokeya serokatiya Donald Tiramp wek hewildan bo terorkirinê polênbendîkir û bikaranîna firokeya cihgir bi awayekî nihênî piştrast kir.
Can Sawir, parêzerê giştî ê Amerîka tekezî ji vê kir ku Tiramp rûbirûyê zincîreyek hewlên terorê bûye, ji wan gefa êrîşa mûşekî bo ser firokeya serokatî li 17ê Pûşperê de.
Li gorî raportan, wê demê Tiramp li dema bicîhêlana kombûna Natoyê li Turkiyê de, bi rêkara ewlehiya tund û bi nihênî bo firokeyek din hate veguhastin.
Rojnameya Waşingtin post pêştir ragehandibû ku Tiramp li meha Pûşperê de, bi sedema gefa rejîma Îranê, bi nihênî û bi bikaranîna barhilgirek veguhastina xiwarinên firokê, li firokeya kevin a Eyr Fors Wan, bo firokeyek din veguhastine.