N. Hemîd Çepatî
Li Kurdistanê, Bûyer û karesata Kolberiyê ne tenê pirsgirêka nan û an jî karê neyasayî ye. Kêmkirina vê malwêraniyê bo pirsgirêke aborî ya sade, veşartina rastiyeke tal e ku di koka siyasî û ewlekarî ya li Kurdistanê de rolek girîng lîstiye. Kolberî berdewamî û forma îro ya wê şer û fetwa û fermanê ye ku di tebaxa sala 1979an (1358) de li dijî gelê Kurd hate derxistin, fermaneke ku can, mal, xak û nasnameya Kurdistanê kir armanc û ji wê demê heta îro, di şêweyekî nû de bi guleyên rasterast li ser kolberan û tunekirina bingehên jiyanê dewam dike.
Ji bo tişta ku îro li Kurdistanê çêdibe û xortê ku di bin barên giran de dişkên were fêmkirin, divê em vegerin tebaxa 1979an. Wê demê bi fermana rêberê wê demê ê rêjîma Îranê, fermana êrişeke mezin li ser Kurdistanê hate dan. Bi vê fermanê, Spaha Pasdaran wekî milê leşkerî yê hikûmeta nû ket nav Kurdistanê û ev herêm wekî cihê azmûm û taqîkirina serkutkirine û kuştinê hat destnûçan kirin. Kurdistan buye pelîkan bo bilindbûna pileyên leşkerî yên fermandaran ku xelat û nîşanên xwe li ser axa bi xwîn a Kurdistanê bi dest xistin. Encamên wê êrişa yekem, serdestiya ewlekarî ya li seranserî Kurdistanê bû. Ji wê demê û vir de, bajar, gund û çiyayên Kurdistanê wekî leşkergehekî mezin lê hatin. Îro li Kurdistanê, hejmara bingeh, bircên çavdêriyê û xalên kontrolê ji tabloyên ser rê û avadaniya bajar gelekî zêdetir e. Pûtînên leşkerî ne tenê rê, lê belê qirrik û sifreya xelkê jî zext kirin da ku hemû beşên jiyanê di bin kontrola tam de bin.
Ev nêrîna ewlekarî, buye sedem ku bi zanebûn rê li ber her cûre pêşveçûn û avakirina karxaneyan bê girtin. Di van hemû salan de bi hincetên pûç ên nebûna ewlehiyê, destûr nedan ku karxane û cihên kar bêne çêkirin da ku ji bo ciwanan kar bê çêkirin. Ev feqîr-hiştin, ne bûyerek sade ye, belkî siyaseteke plankirî ye da ku xelk feqîr û hewcedar bimînin. Dema ku hemû rêyên kar û debara jiyanê tên girtin, gelê Kurd mecbur dimîne ku di navbera birsîbûnê an jî çûna çiyayên dijwar bo hilgirtina barên giran de, yekê hilbijêre.
Sînor di hemû cîhanê de cihê bazirganî û aramiya xelkê ne, lê li Kurdistanê sînor bûye qada şerekî yekalî û wêranker. Ciwan, xwendekarên zanîngehê, bavên kal û zarok jî ji bo pariyek nanê kêm neçar in barên giran bi kîlometreyan di rêyên dijwar û berfîn de li ser pişta xwe bipêçin. Ew di vê rêyê de bi xetereya mînan, ketina ji zinaran, cemidîna di sermayê de û ya herî girîng gulebarana leşkeran re rû bi rû ne. Kolber tevî ku dizane çi xeter li benda wî ne dîsa jî diçe, ji ber ku rêyeke din ji bo tijîkirina zikê malbata xwe tune ye.
Nakokiya herî mezin ev e ku hêz û saziyên hikûmetê, bi xwe sînor kirine rêyek ji bo qezencên milyardî û qaçaxçiya mezin, lê ji kolberê belengaz re ku ji bo xercca xwe ya rojane çend kîlo bar hildigire, navê qaçaxçî lê dixin û wî gulebaran dikin. Navkirina kolber wekî qaçaxçî, rêyek e ji bo rewa nîşandana kuştina wî. Di van rojên dawî de jî bi dehan ciwanên kolber li sînoran bêyî hişyarî hatin gulebarankirin û canê xwe ji dest dan an jî kêmendam bûn. Guleberdana li kolberan ne bûyereke tesadufî û bêsedem e, belkî encama nêrînekê ye ku canê gelê Kurd bênirx dibîne.
Tişta ku îro li sînoran çêdibe, ji dîroka serkutkirina Kurdistanê ne cuda ye. Belaya kolberiyê berdewamiya rasterast a wê fermana sala 1979an e, fermanek ku rojekê bi top û tankan bajar dixistin bin agir û îro bi çêkirina bêkariyê û guleyên rasterast li sînoran canê ciwanan distîne. Ev ferman îro di sifreyên vala, bêkarî, bêparbûn û cenazeyên ku her roj li ser milên xelkê tên rakirin de dewam dike. Kolberî belayeke bi zorê û zilmeke mezin e. Ev rewş tenê wê demê diqede û dê xilas be ku nêrîna ewlekarî û leşkerî ji ser Kurdistanê bê rakirin û mafê jiyanê û edalet ji bo gelê Kurd bê destxistin. Heta ku Kurdistan di bin dagirkeriyê de be, ji bo wan ti ferq nake, kolber be, pêşmerge be, xwepêşander û çalakkvanê siyasî be an jî xeklê adî bin, tenê Kurd be bes e da ku wî bidin ber guleyan.
Heta wê rojê, her dilopeke xwînê ku li ser zinarên van çiyayan dirije, belgeyek e li ser zulm û zordarîya wan kesên ku nanê xelkê bi xwînê tevlî kirine, û ax û ziman û jîyan ji wan sitandin e.