Birêz Kak Mistafa Hijrî, Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta 25ê Gelawêjê, 81emîn salvegera damezrandina Hizba Dêmokrat, peyamek kir.
Deqa peyamê bi vî awayî ye:
Bi hilkefta 81 saliya damezrandina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û bîranîna mezin a 25î Gelawêjê, ez pîrozbahiyê li kurdistaniyên hêja dikim.
Damezrandina Hizba Dêmokrat, werçerxineke girîng e di tevgera neteweyî ya Kurdistanê de; Hizbek ku civaka kurdewarî ji bo gihiştina mafên xwe yên neteweyî rêxistin kiriye û zêdetirî 80 salan e nûnertiya fikra kurdistanî û neteweyî ya Rojhilatê nîştiman dike.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi peyrewkirina prensîbên xwe yên fikrî yên neguhêr wekî serbixweyiya siyasî, rastbînî, rastgoyî, piştgirêdan bi gel û girêdana çarenûsa tevgerê bi hêz û enerjiya hundirîn a Rojhilat ve, kariye di rêbaza xwe ya neteweyî û dêmokratîk de berdewam û xweragirtî be. Her van taybetmendiyan jî, tevî hemû astengî û evraz û nişîvan di rêya xebatê de, wisa kiriye ku dîrokeke tije serbilindî ya 81 salî ji bo neteweya me tomar bike.
Di vê bîranîna pîroz de, ligel pîrozbahîkirina vê roja mezin, em serê rêzê ditevînin ji bo rihê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê û malbatên wan yên serbilind, bi taybetî rêberên me yên şehîd Pêşewa Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo, Dr. Şerefkindî û hemû şehîdên rêya rizgarî û serbestiyê.
Slav li îradeya netewî a girtiyên siyasî yên xweragir.
Slavên emegdarî ji bo hemû wan têkoşerên ku di nava refên Hizba Dêmokrat de temenê xwe ji bo xebatê terxan kirine.
Mistafa Hijrî
Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
24î Gelawêja 1405an a Rojî