Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

81 mîn salvegera avakirina Hizba Dêmokrat li seranserî Kurdistanê hat pîrozkirin

12:38 - 16 Tebax 2026

Îsal jî endam û alîgirên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û xelkê welatparêz û hizibdost ê Rojhilatê Kurdistanê, bo pêşwazî ji 81 mîn salvegera avakirina vê Hizbê, bi kar û çalakiyên xwe yên teblîxî, û tirakt û postêrên taybet, hemî bajar û gundên Kurdistanê xemilandine û ev yade pîroz kirin.

Endamên çavnetirs ên Hizbê û xortên şoreşvan li seranserî Rojhilatê Kurdistanê, her li Selmas û Urmiyê ve bigre, li navenda Kurdistanê li bajarên wek Mehabad, Şino, Pîranşar, Bokan, Serdeşt, Seqiz, Merîwan, Dîwandere û Kamiyaran û Sine û Bane, heta digîje Bajar û gund û deverên parêzgehên Kirmaşan û Îlamê, Trakt û Postêrên taybet bi 25ê Gelawêjê belav kirin, li nava qada bajaran û ser rêkên hatin û çonê û li ser bilindahiya çiya yan, Alaya Kurdistanê û Logoya Hizbê hatne hildan û bilindkirin.

Herwisa şeva derbasbûyî bo pîrozkirina 25ê Gelawêjê li çendîn bajar û gondan de xelkê Kurdistanê bi yariya agirîn û tireqeyan bala her kesî bo aliyê xwe rakêşan.

Bi wî cureyî û li rewşekî tevav ewlehî û milîtarîzeya Kurdistanê ji aliyê rêjîmê ve, ceşna 25ê Gelawêjê hate pîrozkirin.

Em jî destxweşî û mandînebûniyê dibêjne kit kitên wan endam û alîgir û xebatkaran ku bikar û têkoşîna xwe ev yad pîroz kirin û bi karê xwe lerze xistine kela zordarî û dagîrkeran.

 Dîsan 25ê Gelavêjê 81 mîn salvegera avakirina Hizba Dêmokrat li weyên têkoşer û tev xelkê Kurdistanê yar û piştîvanê hertimî ê Hizba Dêmokrat pîroz be.