Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

9 welatên derveyî Yeketiya Ewropa siyasetên xwe ligel sizayên Biroksilê hevaheng dikin

12:40 - 16 Tebax 2026

9 welatên derveyî Yeketiya Ewropa ragehandin ku siyasetên xwe ligel sizayên Biroksilê de hevaheng dikin ku bi ser 5 dadwerên dadigeha Înqilab û hekerekî rejîma Îranê de hatine sepandin.

Ew biryar ji aliyê welatên Allbanî, Busnî û Hêrze govîn, Îslend, Lîxtinştayîn, Meqdûniya bakûr, Molldavî, montênêrgiro, Norwêj û Okraynê de hate pesend kirin.

Ew siza ku bilokekirina sermaye û qedexeya seferkirin bo Ewropa digre, bi sedema binpêkirina berçav a mafê mirov hatine sepandin.

Li nav dadwerên sizakirî de berpirsên taya dadgeha Înqilab a rejîmê li Kerec, Tehran, Reşt û Îsfehanê hene, ku bi derkirina sizaya bidarvekirin û girtinê bo dijberên siyasî û kêmîneyan, hatine tohmetbarkirin.

Kesê şeşê, Nîma Salihî, damezrênerê girûpa Saybêrî a Aşyane, ku bi hevkarî ligel spaha terorîst a pasdaran û encamdana êrîşa saybêrî bo ser opozisyon û damezravên derekî hatine tometbarkirin.

Li gorî wê biryarê, hejmara ew kesên ku li ser dosiya binpêkirina mafê mirov ji aliyê Yeketiya Ewropa we hatine cezadan gihane 269 kes û hejmara damezrawan jî bûne 53 navend.