Dadgeha rejîma Îslamî ya Îranê roja Yekşemî, 25ê Gelawêjê, darvekirrina “Şehram Sadiqî”, yek ji binçavkiriyên xwepêşandanên Befranbara 1404, ragihand.
Mediyaya fermî ya rejîmê îdia kir ku “Sadiqî” di 18ê Befranbarê li Kerecê bi maşînê êrîş kiriye ser hêzên ewlehî û bûye sedema birîndarbûna 7 endamên hêzên rejîmê.
Eva di demekê deye ku heta niha ti zaniyariyek an belgeyek liderheq şêweya dadgehîkirin û pêvajoya yasayî ya dosyaya wî nehatîye belavkirin.
“Volker Turk” Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî, heftiya derbasbûyî got ku Tehran cezayê darvekirinê wekî amrazekê ji bo belavkirina tirs û tepeserkirinê di nav civakê de bi kar tîne.
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka vê salê ve rejîmê herî kêm 56 kes bi tohmeta ewlehiyê darvekirine ku 27 ji wan pêwendîdar bi xwepêşandanên vê dawiyê bûne. Herwisa zêdetirî 100 hevwelatî jî di bin metirsiya darvekirinê de ne.