Nûçegihaniya Fars a ser bi spaha pasdaran a terorîst li gotareke xwe de bi eşkere daxwaza bikaranîna mizgevt û binkeyên besîcan bo sîxurîkirina bi ser xelkê û tepeserkirina xwenîşandan li kolanan de dike ku nîşaneya tirsa rêjîmê li serhildana giştî ye.
Vê ragihandina rêjîmê daxwaza çêkirina toreke ewlehî bo amadekirina xerîta kolanan, peydakirina neraziyan li jêr navê kesên cihê şik û gumanê û spartina erk bo tepeserkirina rasterast a xelkê kiriye.
Ev pêngava nîşaneya tirsa kûr a paşmaweyên rêjîmê ji hişariya civakê û rakêşana nerazîtiyan bo nav kolan û taxan e û ev piştî vê yekê ye ku rêjîmê li tepeserkirina xelkê li meydanên bingehîn de rastî şikestxwarinê bûye.
Milîtarîzekirina navendên olî û bihêzkirina binkeyên beçîcan li halekê de ye ku rêjîm rastî kerb û hirsa bêmînak a xelkê hatine.
Hevdem ragihandinên navnetewî îşare bi bikaranîna tepeserkarên wek Husên Taib li bisîcan de kirine ku dide xuya desthilatarên rêjîmê bo mana xwe û matkirina dengê azadîxwaziya xelkê, rêkarên herî tepeserkarane bi rê ve dibin.