N. Sîmîn Rûhanîzade
Damezirandina Hizba Dêmokrat a Kurdistanê di 25ê Gelawêja 1324an de, nikare tenê di çarçoveya dîroka damezrandina rêxistineke siyasî de bê şîrovekirin. Girîngiya vê bûyerê, berî her tiştî, di veguhastina pirsa Kurdistanê ji asta rastiyeke civakî û nasnameyî bo asta projeyeke siyasî ya rêxistinkirî de ye, projeyek ku li gorî wê, civatgeha Kurdistanê divê ji rewşa mijara biryardana kesên din derbasî vê qunaxê be ku xwediyê îradeya siyasî be û xwe biriyarê li ser xwe bide.
Ev guhertin di rewşekê de hate navber ku pêkhateya hêzê li herêmê de êtiraf bi daxwazên siyasî yên Kurdan bi awayekî serbixwe û rêxistinkirî nedikir. Ji ber vê yekê, damezrandina Hizba Dêmokrat divê wekî beşek ji vê pêvajoyê ku civakek ku hewl dide di navbera nasnameya xwe ya dîrokî, rêxistina siyasî û mafê diyarkirina qedera xwe de pêywendiyeke hertimî û mayînde ava bike, bê dîtin.
Hizba Dêmokrat û Komara Kurdistanê di piroseyek siyasî de bihevre hatin girêdan û ev projeya siyasî bo cara yekem di şêweya ezmûneke hikûmdariyê de xwe da nîşandan.
Girîngiya Komara Kurdistanê nikare tenê li gorî heyama deshilatdariya wê bê nirxandin. Ew ezmûn nîşan da ku pirsa Kurdistanê, heke xwediyê rêxistina siyasî, serokayetî û îradeya hevbeş be, dikare ji qonaxa daxwazkirinê derbasî qonaxa avakirina komar û rêvebirinê bibe.
Nemana Komara Kurdistanê bi wateya dawîhatina vê pêvajoyê nebû. Hekîçi givaş, sêdaredan û nehêlana fîzîkî ya rêberên siyasî, pêkhateya siyasî ya vê ji nav bir, belku nekarî bingeha civakî û siyasî ya pirsa Kurdistanê ji holê rake. Piştî vê, dîroka Hizba Dêmokrat ket qonaxekê ku tê de domandina hebûna siyasî bi xwe bû beşek ji têkoşîna parastina pirsa Kurdistanê di qada siyasî de.
Ji vê dîtingehê ve, em nikarin dîroka Hizba Dêmokratê tenê weke zincîreyek ji qonaxên dîrokî, nav û bûyerên ji hev cuda pênase bikin. Tiştê ku vê dîrokê dike pêvajoyeke siyasî ya yekgirtî, berdewamiya ramanekê ye ku di nav guhertinên siyasî û civakî de, li gorî rewiş û şertên serdemên heyî, xwe ji nû ve pênase kiriye û gihiştiye nifşên cuda, ramaneke ku di bingeha xwe de li ser nasîn û bidesanîna mafên neteweyî yên xelkê Kurdistanê, beşdarbûna wan di diyarîkirina çarenûsa siyasî, damezrandina dêmokrasiyê û mafên Mirovan ava bûye.
Yek ji taybetmendiyên girîng yên vê pêvajoyê, şiyana wê ya ku li gorî guhertina şert û merican ji nû ve pênasekirina şêweya siyaseta xwe bike.
Mînak bo vê yekê eva ye ku Qazî Mihemed di qonaxekê de diaxivî ku saxtara siyasî ya herêmê û edebiyata yasayî û siyasî ya girêdayî bi pirsa netewî ya gelê Kurd digel îro gelek cudahiyên bingehîn hebû. herwisa Dr. Qasimlo di rewşek cuda de hewl da ku pirsa Kurdistanê bi têgehên wekî demokrasî, mafên neteweyî, pêkvejiyana siyasî û pêkhateya nenavendî ya hêzê li Îranê ji nû ve pênase bike. Piştî Dr. Qasimlo jî Dr. Şerefkendî û nifşên piştî wî heman pirsa di nav şert û mercên nû yên herêmê pêka rewşa ku hebû pênasekirin û berdewam kirin.
Eva vê yekê nîşan dide û berdewamiya Hizba Dêmokrat pênase dike, zimanekî siyasî yê diyarîkiriyî nine, belkî domandina arasteyeke siyasî ye, ku tevî guhartina rewş û nifşan dikare her car pêka rewşê xwe pênase bike û xwerêkbixe û berdewam be.
Ev yeka ji aliyê têorîk ve jî girîng e. Rêxistineke siyasî û dîrokî, heke tenê li ser dubarekirina dîrok û gotara berê bisekine, tinê dikare bibe parêzvanê bîranîna siyasî yên xwe, û nikare ji bo nifşên pêşerojê siyasetek zelal biafirîne. Lewma bo zindî mana hizbek siyasî ya pirojeyek siyasî divê ev bikare dîroka xwe bike bingeha karê xwe, lê di dîrokê de asê nemîne û xwe digel rewşa ku heye nû bike û siyaseta xwe pêş bixe û bibe xwediyê gotarên nû û bersivên nû.
Her bi vê dîtingehê, damezirandina Hizba Dêmokrat di 25ê Gelawêja sala 1324an yanî 81 salî berî niha, tenê xala destpêka damezrandina rêxistinekê nebû, belkû destpêka pêvajoyeke siyasî bû ku pêka wan pêverên ku me serve amaje pê kirinî, kariye heta niha di her rewşekê de bimîne û berdewam be.
Her aliyek dizane di siyasetê de, ti hêzêk heta hetayî nîne û ti hevsengiyek jî herdemî nîne.
Dîrokê nîşan daye ku krîzên siyasî, guhertinên jêopolitîk û guhartin di pêkhateya deshelat û dewletan de dikarin di demeke kurt de hin derfetan biafirînin ku qet neyê bawer kirin, Lê derfeta dîrokî bi tenê ji bo civakekê destkeftên siyasî naafirîne û ava nake, belkû derfet tenê wê demê dibe îmkana siyasî ku hêzeke siyasî ji aliyê hizir û raman, hebûna bernameya siyasî û rêkxistinan xwe ji bo bikaranîna wê derfetê amade bike.
Her wekî ku me amaje pê kirî, di rewşek wiha de, hebûna bernameya siyasî, kadrên siyasî, şiyana analîzkirina guhertinan, nêzkî bûn û hebûna pêywendiyê bi civakê û …; ew yeka weke beşek ji şiyana siyasî ya vê tevgerê yan bêjin ya hizbekê tê hisabkirin û asta amadebûna vê nîşan dide.
Pêka vê yekê têgehek girîng bo pêşeroja PDKÎ têgeha asta amadebûna siyasî ye.
Amadebûn ji bo roja ku pêkhateya heyî ya deshelata hakim diguhere, ji bo rojekê ku pirsa Kurdistanê dibe yek ji mijarên navendî yên hevkêşeyên siyasî, û ji bo roja ku tenê hebûna daxwazekê êdî bes nebe û pêşkêşkirina projeyeke siyasî ya rohin dibe pêdiviyeke bingehîn.
Di wê demê de, lîstikvanê sereke ew kes nîne ku taze dest bi pênasekirina daxwazên xwe dike, lîstikvanê sereke ew e ku berî wê li ser rêkxistina civakê, avahiya hêzê û cihê Kurdistanê di îdareya siyasî ya pêşerojê de fikirîye û xwediyê bernameyekî zelal e.
Eva heman ev xalin ku berdewamiya dîrokî ya tevgereke siyasî bi şiyana wê ya berheanîna siyasete di şertên nû de tê pîvan kirin.
Di 81 saleya damezrandina Hizba Demokrat de, belkî pirsa sereke ev nebe ku çi rê hatiye derbas kirin, çimkî beşeke mezin ji vê di dîrokê de hatiye tomarkirin.
Belkû dîroka PDKÎ wê demê herî zêde wateya xwe peyda dike ku ji bîranînekê ya hevbeş bibe sermayeyeke ramanî û siyasî ji bo pêşerojê û bo nifşên din.
Ev dîrok destpêka projeyeke siyasî ye ku mijara wê hîn jî bi dawî nehatîye:
Û tam li vir e ku wateya rastîn a berdewamiya projeyeke siyasî xwe nîşan dide ku sor be li ser parastina armancan bêyî ku siyaseta xwe bixe nav çarçoveya qetîs mayî, parastina koka dîrokî bêyî ku çavê xwe li ser pêşerojê bigire, û veguhastina ezmûna dîrokî bo amadebûneke siyasî ji bo vê demê ku Kurdistan ne tenê mafê baskirina daxwazên xwe hebe belkû ji bo bidestanîna wê mafê û biriyardan li ser pêşeroja xwe jî amade be û xwedî gotarek siyasî be.