Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokwezîrê Êraqê dibêje ji biryara çekkirina milîsan paşve nakêşe

09:41 - 17 Tebax 2026

Elî Felah El-Zeydî, serokwezîrê Iraqê, bi tekezkirina li ser biryara hikûmeta xwe ji bo pêkanîna plana yekdestkirina çekan di destê saziyên fermi yên hikûmetê de got ku ew dê ji vê helwesta xwe paşve nakêşe û dê vê biryarê cîbicî bike, heta hekî jiyana wî bikeve ber metirsiyê jî.

Wî berê di civînekê de bi Çarçoveya Hemahengiyê (hevpeymaniya şî'î ya desthilatdar li Iraqê) re gotibû: «Ez di vê rêyê de diçim û berdewam dikim, heta ku li ser nirxa jiyana min be an bibe sedema kuştin û terorkirina min jî.»

Milîsên ku ji aliyê Komara Îslamî ve tên piştgirîkirin, di nav de Keta'ib Hizbullah û Rêxistina Bedir, ji dij radestkirina çekên komên milîs in.

Mihamed Nacî, serokê mekteba siyasî ya Rêxistina Bedir, gef xwariye ku hewldana hikûmetê ya ji bo çekkirina komên çekdar dikare bibe sedema şerê navxweyî û kûrkirina parçebûnan li Iraqê.

Gorî mediayên Êraqî, li çend rojên derbasbûyî de pastarê terorîst Îsmaîl Qaanî fermandê spaha terorîstî a Quds, bi armanca pêşîgirtin ji çekkirina girûpên girêdayî bi rêjîma Îranê, sardana Bexdayê kiribû, lê Serokwezîrê Êraqê daxwaza wî terorîstî red kir û amade nebû wî bibîne. El – Zeydî herwisa ev jî ragîhand ku ev amade nine digel pastar û kesekî leşkerî dîdarê bike, ev tenê li asta siyasî de dikare dîdarên dîplomatîk digel kesên li asta xwe de, dîdarên fermi bike.