Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civîna «Îran li ser du rêyan: Rola rêberiya Kurd di guhertineke dêmokratîk de li Waşingtonê

10:00 - 17 Tebax 2026

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê Civînekê li jêr navê «Îran li ser du rêyan: Rola rêberiya Kurd di guhertineke dêmokratîk de» li Waşington, paytexta Amerîkayê, li dar dixe.

Destpêka vê civînê de yadê 81 saliya avakirina Hizba Dêmokrat tête bibîranîn.

Piştre di civînê de rewşa niha ya Îranê, rola Kurdan û neteweyên Îranê di guhertineke dêmokratîk de, yekrêziya hêzên Kurd, mafên neteweyî û seqamgîriya herêmê dê bên nîqaşkirin. Armanca vê civînê naskirina dîtin û rola berpirsiyar a Hizba Demokrat di avakirina pêşerojek demokratîk û federal di Îranê de ye.

Di civînê de, piştî peyama Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat û Hevpeymaniya hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê, panelêk dê bi beşdariya van kesayetiya bê lidarxistin:

“Dêyvid Ramsowêr” Şêwirmendê berê yê cîgirê serokê Amerîkayê.

Şukiriya Biradost, Pisporê jeopolîtîk û ewlehiya navneteweyî.

Ceng Sagnîk, Lêkolîner û pisporê warê ewlehî û pêywendiyên navneteweyî.

Ev civîne di rêkeft: 18ê Tebaxa 2026 û li demjimêr: 10ê sibê bi dema Waşingtonê - 5:30 êvarê bi dema Rojhilatê Kurdistanê dê bê lidarxistin.