Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berteka tund a malbata Jîna Emînî li dijî bêrêziya Endamekî Meclîsa rejîmê

10:11 - 17 Tebax 2026

Ehmed Aryayînijad, binav nûnerê Meleyirê di Meclîsa rejîmê de, di Medyayekî rejîmê de bi bêhurmetî behsa şehîdkirina Jîna Emînî kir û Şoreşa «Jin, Jiyan, Azadî» bi «heşt meh aloziyan» bi nav kir.

Ariyayînijad di beşek ji axaftina xwe de li derheq Jîna Emînî gotina, ev «çûye cehnemê» bi kar anî û ev gotinên wî bûne sedema kerib û berteka tund a malbata Jînayê.

Dayik û bavê Jîna Emînî di peyameke hevpar de li ser torên civakî, gotinên nûnerê Meclîsê wekî «bêhurmetî» binav kirin û gotin ku ev cure axiftinane nikarin ji pêgeh û cihê keça wan kêm bikin.

 Wan herwisa amaje bi şehîdkirina keça xwe di meha Xermanana 1401 û xwepêşandanên berfireh yên piştî wê bûyerê kirin û tekez kirin ku navê Jîna dê heta hetayê di dîroka Îranê de bimîne.

Herwisa Emced Emînî, bavê Jîna, di peyama xwe de nivîsand: “Navê keça me digel hezaran mirovên bêguneh yên din heta hetayê di dîroka vî welatî de dê bimîne.”

Jîna Emînî, keça 22 salî û xelkê Seqizê, di Xermanana 1401ê de ji aliyê Geştê Erişad ve li Tehranê hate binçavkirin û piştî lêdan û îşkenceyê û sê roj mana li beşa taybet a Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê, canê xwe ji dest da.

Kuştina Jîna Emînî ji aliyê hêzên hikûmetê ve bû sedema destpêkirina Şorşek berfireh a «Jin, Jiyan, Azadî» li seranserê Kurdistan û Îranê. Rejîma Komara Îslamî bi vê şoreşê rastî krîzeke girîng hat û bûyerê dengvedana cîhanî li dû xwe hişt.