Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wêbînarek bi hilkefta 25ê Gelawêjê li welatê Siwêdê birêve çû

10:27 - 17 Tebax 2026

Roja Şemî 24ê Gelawêja 1405an, Komîteya Giştî a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li welatê Siwêdê wêbînarek bo rêzdar Kerîm Perwîzî, Endamê Komîteya Navendî a PDKÎê û berpirsê teşkîlata eşkere a hizbê pêkanî.

Wêbnar bi sirûda netewî a Ey reqîb û ragirtina xulekek bêdengî bo rêzgirtin li canê paqij ên şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Rêzdar Perwîzî, li behsa xwe de behsa rewşa dema damezrandina hizba dêmokrat kir ku peyama netewî a wê hizbê her li destpêka damezrandinê ve heya îro wisa kiriye ku piştî zêdetir ji 8 dehik xebat heya niha mezintirîn hizba xoşewîst a civatên xelkê rojhelatê Kurdistanê be.

Bi dirêjiya temenê hizba Dêmokrat nîşan daye ku wê hizbê şiyana xweguncandin ligel rewşa siyasî a Kurdistan û deverê heye û xwendin û pêşbîniyên hûr bo bûyeran şiyana birêvebirina hemû şêwazên guncawên xebatê heye, eva bi wê wateyê nîne ku xebata çekdarî bê kêm dîtin.

Xebata çekdarî şêwazek ji xebatê ye ku bi ser gelê Kurd û hizba dêmokrat de hatiye sepandin û gelê me bo berevanî li xwe û li pêxema bidestxistina mafên xwe yên rewa hewar bo xebata çekdarî biriye.

Di vê pêxemê de welatîbûn bo gelê me bes nîne, belkî gelê me dibe li çarçêweya coxrafiya cihê akincîbûna xwe de mafê biryardan hember bi çarenivîsa xwe hebe.