Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp: Amerîka êrîşa plankirî ya li ser Îranê radigre

09:24 - 2 Tebax 2026

Donald Tiramp, Serkomarê Amerîka, êvara şemiyê ragihand ku Amerîka êrîşa plankirî ya li ser Îranê disekinîne, ji ber ku bi gotina wî di danûstandinan de pêşketin hatine bidestxistin.

Tiramp îdîa kir ku Amerîka "ji bo pênagavên dijî rêjîma Îranê bi temamî amade bû", lê li ser daxwaza Îranê û hin welatên Rojhilata Navîn razî bûye ku her cûre êrîşê bo niha rawestîne, ji ber ku bi gotina wî "çarçoveyên lihevkirinekê" hatine pejirandin.

Tiramp zêde kir ku peymana pêşniyarkirî xala vekirina lezgîn a Tengava Hormozê û "dawîanîna li gefa etomî ya Îranê" li xwe digre. Wî herwisa îdîa kir ku Îsraîl jî heta wê dema ku derfeta gihîştina lezgîn a peymanekê hebe, piştevaniya rawestandina êrîşan dike.

Tiramp herwisa got ku wî bi sekinandina vê êrîşê re razîbûn nîşan daye, bi mercê ku alî bikaribin bi lezgînî bighêjin rêkkeftinekê.

Gotinên Tiramp di demekê de tên ziman ku Tiramp ew operasyon ku bi gotina wî hatibû amadekirin, wekî "pêleke giran a êrîşan" li dijî Îranê binav kiribû.