Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Herêma Kurdistanê di danûstandina Amerîka û Îranê de rol hebe

11:03 - 17 Tebax 2026

Malpera Axios bi belavkirina raporekê îdia kiriye ku dewleta Amerîkayê li pêvajoya danûstandinên nihênî digel paşmaweyên rêjîmê bo dawîanîn bi şer, bi sedema şik û gumana Amerîka ji deshilata danûstankarên rêjîmê li dema danûstandinan de Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê bo pêwendiya rasterast digel fermandeyê spaha pasdaran a terorîst bi kar aniye.

Pêka vê idiayê berpirsên Amerîkayê nigeranê vê yekê bûne ku pasdarê terorîst Mihemedbaqir Qalîbaf ê serokê meclîsa rêjîmê û Ebas Îraqçî yê wezîrê derve, desthilata hewce bo gihîştin bi lihevkirinê nebin û helwîsta wan ji aliyê spaha pasdaran a terorîst ve bê guherîn an bê vêtokirin, lewma Donald Tiramp hewl daye bi rêya Serokê Herêma Kurdistanê ji helwîsta spaha pasdaran a terorîst agehdar bibe.

Vê malperê îdia kiriye piştî vê daxwaza Amerîkayê ji Nêçîrvan Barzanî, navbirî daxwaza pêwendiya rasterast digel “Ehmed Wehîdî” yê fermandeyê spaha pasdaran a teroîst kiriye.

Pêka vê îdiayê, Nêşîrvan Barzanî bi rêya berpirsekî spaha pasdaran, li bajarê Hewlêrê de pêwendî digel “Ehmed Wehîdî” ve girtiye û navbirî piştevanîkirina xwe ji heyeta danûstankarên rêjîmê digel Amerîkayê ragihandiye û daxwaza çareserkirina pirsgirêkan bi rêya dîplomasiyê ve kiriye.