Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gefên Arteşê rêjîmê: Xelat ji bo Kuştina Amerîkiyan û Girtina Tengava Hormozê

11:29 - 17 Tebax 2026

Amîr Hatemî, Fermandeyê Giştî yê Arteşa Komara Îslamî ya Îranê, di daxuyaniyên xwe yên nû de gefên tund li dijî Amerîkayê xwarin. Hatemî di merasimekê de ragihand ku her kesek ku serbazekî Amerîka bikuje an dîl bigire û teslîmî arteşê bike, dê xelatek bi qasî 30 hezar dolaran (nêzîkî 5 milyar tumen) werbigire. Ewî da zanîn ku ji bo jinên ku vê yekê bikin, xelat dê du qat be û çekên wan jî di muzexaneyê de werin parastin.

Herwisa derbarê Tengava Hormozê de, Hatemî diyar kir ku Îran vê tengavê wekî karteke gelekî bihêz a guşarê bi kar tîne da ku dawî li şerê li gel Amerîkayê bîne. Ewî tekez kir ku ev tengav şiyaneke jeopolîtîk e û mercê sereke yê rawestandina alozian e. Li hember vê yekê, serokê Amerîkayê Donald Tiramp ragîhandiye ku Tengava Hormoz di bin kontrola tam a Amerîkayê de ye. Ev alozî di demekê de ye ku êrîşên li ser keştiyên bazirganî berdewam in û bazirganiya enerjiya cîhanê di metirsiyê de ye.