Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê êrîşa dironî kire ser Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistan

11:30 - 17 Tebax 2026

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekî bilez de ragîhand: Li gorî lêkolînên Dijeterora Kurdistanê, sibeha îro nivîsgeha min a taybet û mala serokê Saziya Parastin û Zanyarî bûn armanca êrîşên dronî yên Îranê. Bi tundtirîn awayî ez vê êrîşê şermezar dikim û ev yêka nayê qebûlkirin. Ev kiryarekî metirsîdar e û gefeke rasterast e li ser ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê. Ev êrîş me ji cîbicîkirina erkên me û parastina welatiyên me sar nakin.

Rêxistina Dijeterora Kurdistanê ragihand ku serê sibeha îro Duşemê, ji aliyê sînorê Îranê ve bi du dronên bombekirî êrişî ser nivîsgeha taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê li qezaya Pîrmamê hate kirin, lê di êrişê de ti zirarên canî çê nebûne.

Dijeterora Kurdistanê li serê sibeha îro Duşemê, 17ê Tebaxa 2026ê, di daxuyaniyekê de eşkere kir: "Saet 12:28 ê serê sibeha îro, du dronên bombekirî yên Hedîd-110 ji aliyê sînorê welatê Îranê ve bo ser bingeha nivîsgeha taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê li qezaya Pîrmamê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê hatine arastekirin."

Dijeterora Kurdistanê tekez jî kir ku ew van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û diyar kir: "Ev destdirêjî bi ti awayî nayên qebûlkirin û berpirsyariya hemî encamên wê dikeve ser milê bikerên wê."