Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê, êrîşên Îranê yên dijî saziyên Herêma Kurdistanê şermezar kirin

09:15 - 18 Tebax 2026

Bi êrîşa dronî ya Komara Îslamî ya Îranê bo ser nivîsgeha taybet a birêz Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û baregeha Ajansa Parastin û Zaniyarî ya Herêma Kurdistanê, dijayetî û binpêkirina pênasiyên cîrantiyê û dest neparastina rêjîma Komara Îslamî ji reftara dijminane dijî Herêma Kurdistanê, gihîşt astekî din. Beriya wê jî komek saziyên leşkerî û hewalgirî yên hikûmeta herêmê li bajêrê Silêmaniyê, serberedayîyane û bêhêcet dan ber êrîşa tund a mûşekî û dronî ya Îranê.

Herêma Kurdistanê li heyamê şerê Amerîka-Îsrayîl û Îranê zêdetir ji 1000 êrîşên bi vî rengî li ser hatine kirin ku nîveya wan êrîşan bo ser binke û baregehên hizbên Rojhilatê Kurdistanê û cihê akincîbûna malbat û xêzanên wan bûye.

Êrîşa Komara Îslamî ya Îranê bo ser Herêma Kurdistanê li demekê dê ye ku Herêma Kurdistanê her ji destpêka vî şerî de helwesta bêalîbûna xwe ragihand û nekete eniya dijberên rêjîma Îranê ve. Ewa jî nîşana wê rastiyê ye ku dijayetiya Kurd û şerfiroşî bi serwerî û qeware û îradeyeke xwebırêveberiya kurdistanî li navçeyê de, siyaseteke bingehîn a Komara Îslamî ye.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê êrîşên Îranê bo ser Herêma Kurdistanê û demûdezgehên hikûmî û hizbî û medeniyên wê şermezar dike û piştîvaniya xwe ji Herêma Kurdistanê radigehîne. Herwisa derbarey wê ku ew destdirêjiyane ji rûyê yasayî ve binpêkirina eşkere ya serweriya dewleta Iraqê ye, daxwaza helwesta micid ji Bexdayê dike. Ezmûnê selmandiye ku bêdengbûn beranber reftara dijminane û têkderane ya rêjîma Îranê û reftarên wê, derfeta zêdetir dide rêjîmê bo berfirehbûna êrîşan û destdirêjiyên wê a zêdetir.

Hevpeymaniya Kurdistanî daxwaz ji welatên xwedan konsulxane û nûnerayetî li Herêma Kurdistanê dike ku bo pêşîgirtin li wan êrîşan û parastina serwerî, asayiş û seqamgiriya Herêma Kurdistanê, Rêjîma Îranê bixine bin givaşê.

 

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê

26ê Gelawêjê 2726