Roja Şemî 24ê Gelawêja 1405an, Cejna 25ê Gelawêjê salvegera damezrandina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi beşdariya beşek berçav ji endam, alîgir û kurdên akinciyê deverên Oslo û Romerîke birêve çû.
Rêûresim bi sirûda netewî a Ey Reqîb û ragirtina bistek bêdengî bo rêzgirtin li rihê paqij ên şehîdên rêya rizgariya Kurd û Kurdistanê, ji aliyê pêşkeşkarê rêûresmê xatû Tavge ferecî dest pê kir.
Piştre peyama komîteya Hizba Dêmokrat li welatê Norwêjê ji aliyê Serdar Feyîzî berpirsê komîteya Devera Oslo hate xwendin.
Li beşek din a rêûresmê de peyama hevbeş a Rêkxistinên Medenî ji aliyê berpirsê Yeketiya Jinan xatû Reide Palanî ve hate xwendin, û di dirêjeya rêûresma 25ê Gelawêjê de pêşmergê dêrîn kek Metîn Ezîzpena peyama navenda pêşmergên dêrîn pêşkeş kir.
Hevdem ligel pîrozbahiya wê roja dîrokî û rêzgirtin li xebat û fîdakariya kadir û pêşmergên wê hizbê û piştevaniya bê rawestana Kurd li wê hizbê, Peymana wefadarî û soza piştevanî li hizbê dubare kirin û gotin em wekî koma pêşmergên dêrîn ên Dêmokrat peymanê nû dikin heya serkeftina yekcarî bi hemû awayekê bi şiyan û ezmûna xwe em li pişt hizb û gelê Kurd bimîn in.
Beşa dawî a wê rêûresmê jî, bi dengê bisoz ê her yek ji hunermendên ciwan û deng xweş, kek Rafer û kek Mêhran ew merasim bi govend û dîlanê bi dawî hat.