Piştî êrîşa dronî ya Komara Îslamî ya Îranê bo ser nivîsgeha taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cihê mana Rêveberê Ajansa Parastinê li navçeya Pîrmamê, bertekên herêmî û navneteweyî yên tund derketin holê. Êrîş ji aliyê berpirsên Herêma Kurdistanê, Iraq, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê ve bi tundî hat şermezarkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talanbanî ev êrîş wekî binpêkirina serweriya Iraqê dane zanîn û wek kiryarekî metirsîdar bi nav kirin. Herwisa Fermandarê Gşitî yê HSDyê MezIûm Ebdî, Partiya Geşepêdana Turkmenî û Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê piştgiriya xwe bo Herêma Kurdistanê diyar kirin.
Li ser asta navneteweyî, Konsulxaneya Brîtanyayê û Balyozxaneyên welatên Yekîtiya Ewropayê êrîş şermezar kirin. Nûnerê Serokê Amerîkayê jî ev kar wekî êrîşek li ser hevalbendên Amerîkayê pênase kir.
Li ser asta Iraqê, Serokwezîr Elî Zeydî fermana avakirina lijneyeke lêkolînê da û Wezîrê Derve Fuad Husên daxwaza ronîkirina fermî ji Îranê kir. Herwisa zêdetirî 90 parlamenterên Iraqê daxwaz kirin ku civineke lezgîn li Hewlêrê pêk bê. Ev êrîş duh serê sibê bi du dronên tije teqemenî ji nav axa Îranê ve hatibû encamdan.