Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Felaketa aborî û bandora wê li ser jiyana rojane ya xelkê Îranê

10:24 - 18 Tebax 2026

Krîza aborî û giraniya hewcehiyan li Îranê rasterast bandorê li ser jiyana rojane ya welatiyan dike. Di rojevê de kêmbûn û xirabbûna kalîteya benzînê bûye sedema zerereke mezin bo maşînan û di wan rojên derbasbûyî de, gelek maşîn ji kar keftine û xwediyê wan zerermend bûne.

Ev krîza kûr bandoreke dijwar li ser bazara teimîrkirinê jî kiriye. Teimîrgehên maşînan ji ber nebûna mişteriyan ji kar ketine û gelek tamîrkar maşînên xwe datînin pêş dukanan da ku vala xuya nekin.

Ji aliyekî din ve, bilindtir bûna roj bi rojê a hewcehiyên xwarinê li bazaran de, xelk rastî kirîzên mezin kiriye, bo mînak nirxa her şaneyekî hêkan li bazaran gehiştiye 747 hezar tumenî.

Herwisa giraniya bihayê parçeyan û xizmetguzariyan bûye sedem ku welatî nekarin tiştên nava malên xwe, weke Yexçal, Televîzyon, Cilşor û gelek emrazên nava malên xwe teimîr bikin, rewşa jiyan û dahat û xercê malbatan geheştiye astekî hinde xirab ku renge dahata piraniya xelkê tenê têra nanê hişke wan neke, lewra hekî emrazekî mala wan xirab dibe, ne tenê pêçênabin ku yêkî din bikirin, belku nikarin bibin teimîr jî bikin. Ev rewşa hejarî û belengaziyê, wisa kiriye ku zaf kes bo kirîna nanê zarokên xwe keftine firotina tiştên nava malên xwe jî.