Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkefta 25ê Gelawêjê, simînarek li welatê Alman de bi rê ve ço

10:56 - 18 Tebax 2026

Roja 24ê Gelawêjê, li 81emîn salvegera avakirina Hizba Dêmokrat a Kurdistanê de simînarek li bajarê Firankfortê de bi rê ve ço.

Simînarê bi sirûda netewî a “Ey Reqîb” û bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji rihê paqijê Şehîdan dest pêkir û piştre ji aliyê pêşkêşkarên simînarê, “Rojan Tase û Sasan Xatûnî” ve xêrhatin li mêvanan hate kirin.

Panêla yekem de rêzdaran “Îlham Çayçî, endama Hizba Dêmokrat, Xalid Hesenpûr çalakvanê siyasî û Dr. Azad Mihemediyanî, endamê Komîteya Pêywendiyên Hizba Dêmokrat” gotarên xwe pêşkêş kirin.

peyama Yekîtiya Jinên Dêmokrat a Kurdistana Îranê ji aliyê Xatûn Meryem Mesûdî ve hate pêşkîşkirin.

Çendîn Hizb û rêkxistinên Kurdistanî û Îranî beşdarê vê simînarê bûn û hinek Hizb û aliyan jî peyam şandibûn.

Li beşa 2ê ya Simînarê de rêzdar Kemal Mihmedî peyama Navenda Pêşmergeyên Dêrîn ên Kurdistanê xwend, Xebat Moderisî, Xale Qazî berhemên xwe pêşkîşkirin.

Panêla 2ê taybet bi Şoreşa Jînayê bû û rêzdaran “Rada Fatihî, Hîwa Husênpûrî Ariya Ostad Îbrayîmî, Erestû Pasiyar” endamên malbatên Şehîdên Tevgera Jînayê beşdar bûn û tevî pîrozbahîkirin li salvegewra avakirina Hizba Dêmokrat li derheq tevgera Jînayê û rewşa xwe û malbatê axivîn.

Li dawiya simînarê de rêzdar Zagros(Fîroz) Mîranî sirûdek û Perwîz Şêxî 2 helbet pêşkêş kirin.