Êvara roja Şemî 24ê Gelawêja 1405an, Komîteya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li Ostfolldê, bi hevkariya komelleya Kurdî a deverê û bi beşdariya beşek berçav li endam û nûnerên hizb û rêkxistinên Kurdistanî û kurdên akinciyê wê deverê, rêûresima cejna 25ê Gelawêjê, salvegera damezrandina Hizba Dêmokrat a Kurdistanê birêve bir.
Xatû Derya Xoşnav, wek pêşkeşkara rêûresmê, bixêrhatina beşdarbûyan kir.
Rêûresmê bi sirûda netewî a Ey reqîb ji aliyê hûnermend Şêrko Merîwanî û Pîran Qadirzade ve hate pêşkeşkirin, piştre bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji rihê şehdên Kurd û Kurdistanê hate ragirtin.
Peyama komîteya wî welatî ji aliyê Hîwa Ehmedî, Berpirsê Komîteya Devera Ostfolldê ve hate xwendin, li beşek din a rêûresmê de sirûda 25ê Gelawêjê ji aliyê hûnermend Şêrko Merîwanî û Pîran Qadirzade ve hate pêşkeşkirin û li berdewamiya rêûresmê de, peyama komelleya Kurdî a Ostfolld ji aliyê Nadir Emînî, endamê birêveberiya komelleya Kurdî hate xwendin, herwisa peyama pêşmergên dêrîn ji aliyê Hesen Xembar ve hate xwendin, peyama hevpiştiya aliyên siyasî hate pêşkeşkirin û yek ji beşên din a rêûresmê pêşkeşkirina destegul û peyamên pîrozbahiyê ji aliyê hêz û aliyên siyasî û civakî ên Kurdistanê bû, peyamên wan rêkxiravan hatine xwendin, Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Sazmana Xebata Kurdistana Îranê, Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, Partiya Jiyana Azad a Kurdistan-Pjak, Fîdrasyona jinên dîyasporaya Kurdistanî, Komîteya Norwêjê, Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, Komeleya Kiltûriya Zagiros bo vê merasimê hatibûn.
Li beşa dûyem a rêûresmê de bernameya Hûnerî bi dengê hunermendan Dilniya Rezazî, Pîran Qadirzade û Şêrko Merîwanî berdewam bû rêûresim bi govend û dîlana beşdarbûyan bi dawî hat.