Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma 25ê Gelawêjê li welatê Ortîşê de bi rê ve ço

10:59 - 18 Tebax 2026

Roja Şemî 24ê Gelawêjê, ji aliyê Komîteya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li welatê Otrîşê, rêûresmek bi hilkefta 81emîn salvegera avakirina Hizba Dêmokra bi rê ve ço û rêûresm bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji Şehîdê Kurdistanê destpê kir.

Rêzdar “Husên xalxal” birêveberê rêûresmê, xêrhatin li beşdarbûyên rêûresmê kir.

Peyama Komîteya Hizba Dêmorat a Kurdistana Îranê li Otrîşê ji aliyê Dr. “Ceza Salihî” ve hate pêşkîşkirin. Li vê peyamê de îşare bi serdema aloz a piştî şerê 2ê yê cîhanî, rewşa siyasî a Îran û Kurdistanê li vê serdemê, pêkhateya civakî ya xelkê Kurdistanê û hewceyî bi avakirina Hizbeke pêşkevtî û serdemî hate kirin ku bikare xebata xelkê Kurdistanê li pêxema gihîştin bi mafên netewî de bi rê ve bibe.

Çendîn hizb û aliyên siyasî û rêkxistinan ji 4 beşên Kurdistanê li vê rêûresmê de beşdar bûn.

Dawiya rêûresmê bi starneke rêzdar “Mihemed Tahû û mûzîkjen Soran Rehmanî” û govend û dîlana beşdarbûyan bi dawî hat.